PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, dawiya hefteya borî; li paytexta Denmarkê ya Kopenhagê, ji bo Ukraynayê civînek hat lidarxistin.
Di agahiyan de hat destnîşankirin ku civîneke 2 rojan a bi navê “Aştiya li Ukraynayê” hat lidarxistin û hat zanîn ku rayedarên Tirkiyeyê jî beşdarî vê civînê bûne.
Hat diyarkirin ku li ser navê Tirkiyeyê Şêwirmendê Serokomariyê Akîf Çagatay Kiliç beşdarî civînê bû, Sererkanê Giştî yê Ukraynayê Andrej Jermak ji hesabê xwe yê medyaya civakî der barê hevdîtinê de peyamek parve kir.
Di peyamê de hat gotin ku nirxandinên girîng bi şêwirmendên ewlehiya neteweyî yên welatên beşdar re hatine kirin. Jermak der barê civîna ku nûnerên Tirkiye, Hindîstan, Brezîlya, Afrîkaya Başûr û Japonya û gelek welatên Yekîtiya Ewropayê jî beşdar bûn de ev daxuyanî da:
"Ji bilî tiştên din, me careke din li ser hûrguliyên plana aştiyê ya Serok Zelenskiy agahdarî dan hevkarên xwe yên navneteweyî."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin