Pentagon nîgeran e ku Îranê ser veguherandiye firsendekê

Pentagon nîgeran e ku Îranê ser veguherandiye firsendekê

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji ber êrîşên muhtemel ên Îranê yên li dijî leşkerên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn, di nava pevçûnên leşkerî yên di navbera Îsraîl û Hamasê de, nîgeran e.

Li gor Politico, berpirsên Pentagonê gotine ku milîsên bi piştevaniya Îranê li Sûriye û Iraqê û hêzên Îranê li Kendava Farsê dikarin Amerîka û hevalbendên wê yên li wî welatî bi cih bûne bikin armanc.

Karbidestên Pentagonê dilgiraniya xwe anîn ziman ku tevgerek bi vî rengî wê bibe sedema bêîstiqrariya herêmî jî.

Berdevkê Koalîsyona Navdewletî Major Geoffrey Carmichael got, leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn "hay ji aktorên xerab hene ku dixwazin ji pevçûn û bêîstîqrarê li herêmê sûd werbigirin."

Li gor Politico, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin di kongreyeke rojnamevanî de li Brukselê hişyarî da aktorên derve ku hewla berfirehkirina nakokiyan nekin, tevî ku navê Îranê neda.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin