Li Meresê dîsa erdhej çêbû

Li Meresê dîsa erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li Mereşê di saet 05.53an de bi lerza 5an erdhejek çêbû.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, li navçeya Onikisubat a Mereşê bi lerza 5an erdhejek çêbû.

Erdhej 6,95 kîlometre di bin erdê de çêbû.

Di encama erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ên ku di 6ê Sibatê de li navçeyên Pazarcik û Elbîstana Mereşê çêbûn, li 11 bajaran zêdeyî 45 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin