PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Finlandayê bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê. Wezîrê Fînlandî ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.
Wêzîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Olavi Haavisto şevê din serdana Bexdayê kiribû û ji wir jî piştî çend hevdîtinan derbasî Hewlêrê bû.
Tê çaverêkirin Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr bi Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto re bicive.
Pekka Olavi Haavisto ji sala 2019an ve Wezîrê Derve yê Finlandayê ye û ser bi Partiya Kesk ve ye ku mezintirîn partiya siyasî li wî welatî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin