PeyamaKurd – Rayedarekî payebilind ê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) li ser derxistina Tirkiyê ji bernameya balafirên F-35an diyar kir ku Amerîka her kîjan welat bixwaze S-400an bikire li dijî wan e, ji ber ku S-400 li dijî balafirên nifşa 5em ên F-35an hatine çêkirin.
Cîgirê Misteşarê Berpirsê Parastinê di Pentagonê de David J Trachtenberg, doh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan gelek caran hişyarî daye rayedarên tirk û mitirsiyên bo kirîna S-400ên Rûsî ji wan re gotiye û da zanîn, hilweşandina peymana ligel Tirkiyê ya balafirên F-35an ji aliyê Amerîkayê ve, ne surprîz e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin