Sûriye lîsta xwe da Neteweyên Hevgirtî

Sûriye lîsta xwe da Neteweyên Hevgirtî

PeyamaKurd- Sûriye bo çêkirina qanûna makezagonê ya nû navê endamên komita makezagonê da Neteweyên Hevgirtî.

Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê taybet bo Sûriyê Staffan de Mistura ragihand ku dewleta Sûriyê bo avakirina qanûna makezagonê, do lîsta navan daye Neteweyên Hevgirtî.

Biryara danîna komita qanûna nû ya Sûriyê, di meha yekê de, li bajarê Soçiyê di konferansa aştiyê de hatibû dayîn. Temsîlkarê Netweyên Hevgirtî bo Sûriyê De Mistura wê biryarê bide bê kî bibe endamê komîteyê. Berdevkê De Mistûra Reem Îsmaîl got ku li ser lîstê lêkolîneka bi hezir tê kirin.

De Mistura ragihand ku wê 50 kes bo komîtê bên bijartin. Di nava wan de wê destekvanê rejîmê, muxalefet û kesên serbixwe hebin. Dayîna lîsta navan ji aliyê rejîma Sûriyê de, piştî hevdîtina Beşer Esed û Vladimir Putin pêk hat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin