CHP û 5 partiyên din dê pakêta guhertina destûrê pêskes bikin

CHP û 5 partiyên din dê pakêta guhertina destûrê pêskes bikin

PeyamaKurd – Partiyên opozîsyona Tirkiyê CHP, HDP, Partiya Saadet, TîP, Partiya Demokrat û beşek ji rêxistinên civaka sivîl pakêteke hevbeş ya guhertina destûrê amade dikin ku bi taybet jî guhertînên darazê dixwazin bên kirin.

Berî ku li ser pakêta AKPê ya guhertina darazê gotûbêj li parlamentoyê dest pê bikin, Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî projeyasayekê derbarê guhertina destûrê de amade dike ku îro tê temamkirin.

Herwiha Partiyên opozîsyona Tirkiyê HDP, Partiya Saadet, TîP, Partiya Demokrat û beşek ji rêxistinên civaka sivîl jî piştgiriya Projeyasaya CHPê dikin ku komîsyona guhertina destûrê di bin serokatiya Parlamenterê CHPê yê Stenbolê û Hiqûqnas Prof. Îbrahîm Kaboglu de xebatên xwe birêve dibe.

Hat ragihandin ku dê ew komîsyon xebatên xwe bidawî bike û destpêka heftiya bê jî projeyasaya hatiye amadekirin, ji raya giştî re ragihîne.

Hat zanîn ku ji 9 partiyên li parlamentoya Tirkiyê, AKP,MHP, BBP û ÎYÎ Partî nexwestine beşdarî xebatên wê komîsyonê bibin, lê Partiya Saadet, Partiya Karkeran a Tirkiyê, HDP û Partiya Demokrat beşdarî wê komîsyonê bûne.

Projeyasaya ku komîsyonê amade kiriye ji 8 madeyan pêk tê û ji bo ku di rojevê de çaksaziyên di warê darazê de hene, derbarê darizandina dadwerî de, 8 made cih digirin.

Di nivîsandina 8 madeyan de rêgeza yeksaniya çekan, mafê xwegihandina dadgehê, mafê darizandina li dadgehên serbixwe û bêalî, rêgeza awayê eşkere û bilez, pabendbûna bi biryarên dadgehê û mafê xweparastinê weke bingeh di wê projeyasayê de cî digirin.

Di vê pakêta partiyên opozisyonê de, li şûna Komîteya Dozger û Dadgeran (HSK), avakirina, ‘Komîteya Bilind a Dadê’ tê pêşniyazkirin ku beşek ji endamên wê bi piraniya dengên parlamentoyê û beşek jî ji aliyê dadgeran ve werin hilbijartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin