PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir li Iraqê Muqteda Sedir, bi peyamekê daxwaza pêkanîna hikûmeteke piraniya niştimanî dike.
Sedir li ser Twittera xwe diyar kir, ti nakokiyên wan bi ti kesî re nînin, tiştê divê ji bo welat were kirin jî, pêkanîna hikûmeteke piraniya niştimanî ye.
Rêberê Tevgera Sedir da zanîn, divê Encûmena Nûneran ji du bereyan desthilat û hikûmetê hebin. Desthilat hikûmetê pêk bîne û çaksaziyan di warên siyasî, hikûmî, xizmetan û dîplomasî de bike.
Rêberê Tevgera Sedir herwiha eşkere kir, aliyê opozîsyonê jî wê nêrîna wan li ber çavan bigre û ew nayin piştguhkirin.
Herî dawî Sedir diyar kir, eger ew li kîjan alî bin jî, ti pirsgirêk li cem wan nîne, ji ber ku her du alî ji bo xizmeta welat dixebitin.
Di hilbijartinên 10ê Cotmeha borî a Encûmena Nûneran a Iraqê de, Tevgera Sedir 73 kursî bi dest xistin û wek mezintirîn koma parlamentoyê hat destnîşankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin