Sanda Wezareta Pêsmerge ji bo rêkeftina derbasbûna deverên Kurdistanî diçe Bexdayê

Sanda Wezareta Pêsmerge ji bo rêkeftina derbasbûna deverên Kurdistanî diçe Bexdayê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku destpêka hefteya pêşiya me şandeke Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi armanca danîna binkeyên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê serdana Bexda dike.

Li gorî zanyariyan şanda Wezareta Pêşmerge bi armanca rêkeftina dawî ya ji bo danîna binkeyên hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê diçe Bexdayê.

Tê çaverêkirin di civîna heftiya bê de rêkeftin li ser cih û dema danîna binkeyan bê kirin û ew binkeyên leşkerî biryar e bi hevbeşiya Pêşmerge û artêşa Iraqê werin danîn.

Li gorî rêkeftinê divê binkeyên Pêşmerge yên ligel hêzên Iraqê li Kerkûk, Mûsil, Diyale û Mexmûrê werin danîn, lê belê hêj rêkeftina dawî li ser danîna binkeya Kerkûkê nehatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin