Japonyayê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxis

Japonyayê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxis

PeyamaKurd - Di lîsteya nûjenkirî ya îstixbarata Japonyayê de, PKK ji listeya "Rêxistinên terorî yên navneteweyî" hatiyederxistin. 

Di malpera fermî ya Ajansa Îstixbarata Ewlehiya Gel (PSIA) a servîsa îstîxbarata navxweyî ya Japonyayê de, PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" hat derxistin.

PSIA lîsteyeke nûjen a “rêxistinên terorê” parve kir.

Di lîsteyê de rêxistinên wekî El Qaîde û DAIŞê cih digirin.

Herwiha hat dîtin ku PSIAyê PKK ji lîsteyê derxistiye.

Îstîxbarata Japonyayê beriya niha PKKyê wekî "rêxistina terorê ya mezin a navneteweyî" bi nav dikir.

Di arşîvên înternetê yên li ser malpera PSIAyê de tê dîtin ku PKK di kategoriya “rêxistinên terorê yên navneteweyî” de ye.

Lewra di lîsteya nûjen a ku hatiye parvekirin de, PKK ji lîsteya terorê ya cîhanê hatiye derxistin.

Li aliyê din Rûsya, Çîn, Hindistan, Swîsre, Misir, Îsraîl, Tûnis, Erebistana Suûdî,  Ukrayna û Îmarat jî PKKyê wekî “rêxistina terorê” nabînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin