Îranê 5 roje ku Kurdê bi navê Xalid Bayzidi girtiye û ti agahî jê tine

PeyamaKurd – Kurdê bi navê Xalid Bayzidi (43) 5 roje ku hêzên Îranê ew binçav kirine û heya niha di derbarê wî de ti agahî tine. Xalid Bayzidi ji Kurdê Oşnaviehê an ku ji bajarê Şîno ye û li heman ciyê dijî.
Bayzidi, di 19ê Hezîranê de li Şîno ji aliyê hêzên Îranê de hatibû desteserkirin. Heya niha rewşa wî nayê zanîn, îznê nadinê ku bi malbata xwe re bikeve têkiliyan û malbat nikare di rêya qanûn de xwe bigihînê.
Li aliyê dinê li bajarê Kerec ku nêzî Tehranêye kesê bi navê Muhammed Amîn Mehdawî Şayesteh (27) ku hatibû zîndanîkirin, dewletê ew di zîndana Kerecê ya bi navê Xezel Hesarê de, di 23ê Hezîranê an ku îro ew îdam kir.
Dewlet sedema îdama wî nîşan da ku ji Îsraîlê re casûsiyê kiriye. Kesên ku dewleta Îranê, bi taybetî wan bi casûsiya Îsraîlê tewanbar bike, daîma di talûkê de ne.
Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.




