PeyamaKurd - Çavkaniyên medyayî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku çar girtiyên siyasî yên bi navê Seîd Masurî, Loqman Emîn Pur, Meysem Dêhbanzade û Sipêhr Îmam Cume ên li girtîgeha Qizilhesar ya li Kerecê di hucreyên yek kesî de têne ragirtin, metirsiya darvekirinê li ser wan heye.
Hate diyarkirin ku rewşa wan girtiyan nediyare û ev yek jî fikarên li ser tenduristî û ewlekariya wan zêde dike.
Hêjayî gotinê ye tê gotin piştî her 4 girtiyan dijî darvekirinan nerazîbûn nîşan dane ew veguhestine hûcreyên yek kesî.