PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Rusyayê ragihand ku çekên giran ên koma çeteyên Wagner dê radestî artêşa Rusyayê bên kirin.
Piştî aloziya ku di navbera rêveberiya Rusyayê û çeteyên Wagnerê de derket û bi navbeynkariya Belarusê bi dawî bû, ji aliyê wezaretê ve hat ragihandin ku dê Wagner cebilaneyên xwe radestî artêşa Rusyayê bike.
Serokê Koma Wagnerê Prigojîn duh di daxuyaniya xwe de gotibû ku “Armanca meşa me ew bû ku Wagner neyê îmhakirin. Me tundî nîşan neda, lê bi moşekan li me hatin dayîn.”
Wagner ku bajarê Rostovê yê li ser sînorê Rusya û Ukraynayê bi hêsanî bi dest xist, piştre li ser rêya M4 derbasî Voronezh bûbû. Prigojin di postên xwe de gotibû ku ew ê Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Sergey Şoygu û Serfermandarê Giştî Valeri Vasilyevich Gerasimov hilweşînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin