PeyamaKurd - Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Keir Starmer, peywira avakirina hikûmetê ji Key Charlesê 3yem wergirt.
Serokê Partiya Karker Keir Starmer ku di hilbijartinên giştî yên duh ên li Brîtanyayê de bi ferqeke mezin bi ser ket, çû Qesra Buckinghamê û peywirnameya avakirina hikûmetê bi awayekî fermî ji Key Charlesê 3yem wergirt.
Beriya wergirtina peywira Serokkomariyê, Serokwezîrê berê yê ji Partiya Muhafazakar Rishi Sunak destjikarberdana xwe pêşkêşî Key Charles kiribû.
Tê payîn ku Starmer paşê kabîneya xwe eşkere bike.
Di hilbijartinên giştî yên duh de Partiya Karkeran, ji 650 kursiyên Kamaraya Gel, 412 kursî wergirt û piştî 14 salan bû desthilatdar.
Jinan rekor şikand
Serokwezîr û Serokê Partiya Muhafazakar Sishi Sunak têkçûneke mezin dît û dest ji kar berda.
Di van hilbijartinan Serokê Partiya Rastgir a Reformîst (UK) Nigel Farage, yekem car wek parlamenter hate hilbijartin.
Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinan tê pêşbînîkirin ku di hejmara parlamentên jin de rekor bê şikandin. Li gor payinan wê ji 650 kursiyan 242 jê yên jinan bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin