PeyamaKurd – Li bakûrê Afganistanê li bajarê Baglanê bi bombeyê êrîşê ser mizgeftekî Şî’ayan kirin û di encamê de 7 kes mirin û 17 kes birîndar bûn. Rêvebirê çandê yê Baglanê Mustafa Haşimi ji bo çapemeniyê ragihand ku êrîşê ser mizgfefta bi navê Îmam Zaman kirine, êrîş di dema limêja Înê de bûye û bi bombeye êrîş kirine.
Dibe ku jimara mirî û birîndaran zêdetir be, heya niha kes êrîşê negirtiye terefê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin