PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro Sêşemê serdana Zaxo kir û bi berpirsên rêveberîyê û kesatîyên bajêr re civiya.
Serokwezîr Barzanî got, her tiştek di şîyana me de hebe bo xizmetkirina vê deverê em dê bikin.
Piştî serdana Zaxo ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê wê serdanê de hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, îro Sêşemê Mesrûr Barzanî, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê seredana bajarê Zaxo kir û li avahîya qaymeqamîya Zaxo li gel berpirsên deverê civîya.
Di civînê de, serokê hikumetê amaje bi giringî, rola dîrokîya û şorişvanî ya bajarê Zaxo û sinûrê wê bi giştî û qurbanîdanên wê kir di bizava rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de û got: Bajarê Zaxo hev mil li gel dever û navçeyên din yên Kurdistanê hejî xizmetkirineka zêdetire. Her tiştek di şîyana me de hebe bo xizmetkirina evî deverî em dê bikin.
Serokê hikumetê berpirsên rêveberîya deverê raspart bê ti cudahî xizmeta hevwelatîyan bikin û daxwazî, nerîn, têbînî û gazindeyên wan bi sîngeke berfireh wergirin.
Dûv re serkê hikumetê li gel kesatîyên bajarê Zaxo û kesûkarên şehîdên deverê civîya û amaje bi karname û pilana hikumetê kir bo xizmetkirina nawçe û deverên cudahên Herêma Kurdistanê û bihêzkirina jêrxana abûrî, corbicorkirina çavkanîyên dahatê û encamdana çaksazîya heme alî ya kargêrî û abûrîyê.
Serokê hikumetê tekez li ser wê yekê kir, ku yek ji karên herî pêşîn a hikumeta Herêma Kurdistanê giringîdane bi kertên çandinê, pîşesazîyê, piştîvanîkirina cotyarên Herêma Kurdistanê û berhemê navxweyî bi awayekê ku civaka Kurdistanê ji bikarhêner bibe berhemhêner.
Serokê Hikumetê biryara encadana hejmareka pirojeyan li sinûrê qeza ya Zaxo ragehand, ku li gor şîyanên hikumeta Herêma Kurdistanê bi van nêzîkan dest bi cêbicêkirina wan dihête kirim. Got jî: kar dikin daku pêngavên kirina zaxo bi rêveberîyeka serbixwe bileztir bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin