PeyamaKurd – Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz û wezîrê xezînê û darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek, ji bo hevdîninên fermî do çûbûn Îmaratan û îro bi serokê dewleta Îmaratan Muhammed Bin Zayid Al Nahyan re hevdîtin kirin. Di hevdîtina li payîtexta Îmaratan Abu Dabi de, li ser têkiliyên navbera her dû dewletan û hevkariya aborî rawestiyan. Di hevdîtinê de cîgirê serokê dewleta Îmaratn Şêx Mansur bin Zayid Al Nahyan jî amade bû.
Di heyeta Tirkiyê de balyozê Tirkiyê yê Îmaratan Tugay Tunçer, cîgirê wezîrê xezînê û darayî Zekeriya Kaya û ji wezareta karên derve ya Tirkiyê rêvebirê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Can Dizdar hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin