PeyamaKurd – Di daxuyanîya ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku ji bo peymana nû ya pevguhertina girtîyan bersiva Hamasê hat dayîn û hat gotin, "Bersiva Hamasê ji aliyê navbeynkarê Qeterê ve ji Mossadê re hat ragihandin."
Di dema ku danûstandinên navbera Îsraîl û Hamasê yên derbarê pevguhertina girtiyan û peymana agirbestê de berdewam dikin, Îsraîlê piştrast kir ku bersiva Hamasê li ser pêşniyara li ser peymana nû ya pevguhertina girtiyan wergirtiye.
Di daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê de wiha hat gotin: “Bersiva Hamasê ji aliyê navbeynkarê Qeterê ve ji Mosadê re hat ragihandin. Agahiyên berfireh ji hêla rayedarên beşdarî danûstandinan ve têne nirxandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin