Li otoparkeke Amerîkayê êrîsa çekdarî: 2 kustî, 6 birîndar

Li otoparkeke Amerîkayê êrîsa çekdarî: 2 kustî, 6 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Houston ê girêdayî eyaleta Teksas a Amerîkayê, di otoparkekê de ku çend kesan klîp tomar dikirin êrîşeke çekdarî pêk hat.

Hat ragihandin ku ji otomobîlekê bi çekan êrîşî kesên klîpa stranekê tomar dikirin hatiye kirin û 2 kes hatine kuştin, 6 jî birîndar bûne.

Şefê Polîsê Herêma Houstonê Ed Gonzalez ji medyayê ra ragihand ku ji otomobîlekê bi çekan li herêma Harris a Houstonê êrîşê kesên klîp tomar dikirin de, hatiye kirin û dema ew gihîştine cihê bûyerê 8 kes li erdê ketibûn.

Gonzalez, da xuyakirin ku 2 kesan li cihê bûyerê can daye û 6 kesên birîndar jî bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Li ser sedema êrîşê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin