PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji herêmê tên ragihandin, êrîşên hêzên Îranê yên li dijî xaka Herêma Kurdistanê berdewam dikin û çiya û gundên devera Biradostê, tên bombekirin.
Li gorî ragihandina K24ê, li herêmê topbaran dewam dike û çiyayên Berbizîn û Seqer, gundên Binperêz, Binreşkîn, Benê û Perîxe, ji aliyê Îranê ve tên bombekirin.
Hat zanîn ku ev 6 roj in êrîşên Îranê yên li devera Biradostê dewam dikin û niha jî çiya û gund di bin êrîşan de ne.
Di 28ê Îlonê de ji aliyê hêzên Îranê ve êrîşên moşekî li baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Zirgiwêz, Koye û Pirdê hatibûn kirin û ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ve hatibû ragihandin ku di wan êrîşan de 13 kes şehîd bûne û nêzîkî 60 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin