Rejîma Îranê cezayê lêdana 74 qamçiyan da hunermendan

Rejîma Îranê cezayê lêdana 74 qamçiyan da hunermendan

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku dadgeha rejîma Îranê, li hunermenda Îranî Peresto Ehmedî û gelek muzîsyenan, bi hinceta ku tevlî konserekê bûne cezayê lêdana bi qemçiyan sepand.

Dadgeha Tawanan a parêzgeha Qumê li ser stranbêj Peresto Ehmedî û heşt beşdar û muzîkjenên din ên ‘Konsera Karwanserayê’ cezayê 74 qamçiyan, du sal qedexeya derketina derveyî welat û du sal qedexeya çalakiyên hunerî sepand.

 Li gorî biryarê ev kes bi tometa ‘xerakirina exlaqê giştî bi rêya hilberandin û belavkirina naverokên nexwestî di qada elektronîkî de’ hatine tohmetbarkirin.