Pisporê Mafê Mirovan ê Yekîtîya Milletan Cavid Rehman, daxuyand ku dewleta Îranê îsal 173 kes şeniqandine ku di nav wan de du zarokên 17 salî jî hebûn.
Cavîd Rehman, di Komîteya Mafê Mirovan a Yekîtîya Milletan de axivî û behsa Îranê û binpêkirina mafê mirovan kir. Rehman, di axavtina xwe de got ku Îran welatê herî zêde ku şeniqandin lê heye û got: " Îsal 173 kes ji alî rejîma Îranê ve hatin şeniqandin ku di nav wan de du zarokên 17 salî jî hebûn. Sala par Îranê 253 kes şeniqandin û di nav wan de jî 7 kesên ku ji 18 salî piçûktir bûn hebûn ".
Rahman, anî zimên ku ew bi xurtî li dijî şeniqandinê ye û divê şeniqandin li Îranê bi dawî bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin