Iraq: 100 koçberên Êzîdî vegeriyan Sengalê

Iraq: 100 koçberên Êzîdî vegeriyan Sengalê

PeyamaKurd – Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayeq ragihand, 100 koçberên Êzîdî yên li kampên Duhokê mane, vegeriyane Şingalê.

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayeq di daxuyaniyekê de diyar kir, 100 koçberên Êzîdî yên li kampên Duhokê mane, vegeriyane Şingalê.

Îvan Fayeq da zanîn, zêdetirî 1000 malbatên Êzîdî ji Duhaokê bi piştevaniya rêxistinên navdewletî vegeriyan Mûsilê, Îvan Fayeq got, kar li ser vê mijarê berdewam e.

Îvan Fayeq herwiha got, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê amade ye her cure alîkariyên mirovî û asankariyê ji bo vegera penaberan bo warên xwe pêşkêş bike.

Berpirsê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas destnîşan kir, li Herêma Kurdistanê 26 kamp hene ku 16 ji wan li Dihokê, 6 li Hewlêrê û 4 jî li Silêmaniyê ne.

Elî Ebas da zanîn, piraniya koçberên ku li van kampan mane ji Şengal, Nînowa Enbar û Selahedînê ne.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, hikûmeta Iraqê bi erkê xwe yê alîkariya koçberan nebû.

Rêber Ehmed got, nîvê wan koçberên ku hatine Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi cih bûne û wiha got: “Mixabin heta niha rewş asayî nebûye û tedbîr nehatine girtin ku koçberên Herêma Kurdistanê vegerin cihên xwe. bi xwe."

Wezîr Ehmed daxwaz ji civaka navdewletî kir ku di mijara koçberan de piştevaniya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin