Iraqê êrîsên Tirkiyê sermezar kir: Demildest rawestînin...

Iraqê êrîsên Tirkiyê sermezar kir: Demildest rawestînin...

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Iraqê, li ser êrîşên Tirkiyê yên bi hinceta hebûna PKKê li ser deverên Herêma Kurdistanê bangî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz kir û hişyarî da Tirkiyê û xwest demildest êrîş bên rawestandin.

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bi sedema êrîşên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê, bangî wezaretê hatiye kirin û bi rêya wî hişyarî dane Tirkiyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Wezareta Derve ya Iraqê liv û tevgerên artêşa Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê, li dijî rêkeftin û hiqûqa navnetewî û pêwendiyên dostane yên cîrantiyê û serweriya hikûmeta Iraqê pênase dike û êrîşên Tirkiyê şermezar dike.

Iraqê  herwiha ji Tirkiyê daxwaza demildest rawestîndina operasyonên leşkerî yên yekalî kir û got, “Hikûmeta Iraqê amade ye ji bo parastina ewlehiya sînoran hevkariyê bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin