PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê, ji kompaniya Amerîkî ya Pfizer milyonek û 500 hezar vaksînên Koronayê kirrî.
Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, wan girêbesta kirrîna milyonek û 500 hezar vaksînên Koronayê bi kompaniya Amerîkî ya Pfizer re îmze kirine.
Wezaretê diyar kir, vaksînên ku wan kirrîne dê destpêka sala bê bigihe Iraqê.
Berpirsên Tenduristiya Kurdistanê didin zanîn, Iraq dê para Kurdistanê jî bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin