PeyamaKurd – Li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, îro 13emîn rûniştina doza Kobanî ya ku 108 endam û alîgirên HDPê tê de tên darizandin birêve diçe.
Hat ragihandin ku rûniştina 13mîn a doza bûyerên Kobaniyê, îro li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê îro Sêşemê 30ê Gulana 2022yan birêve diçe.
Herwiha biryar e Hevseroka HDPê Pervin Buldan berî destpêkirina dozê saet 10.00an de, li ber Girtigeha Sincanê têkildarî doza Kobanî daxuyaniyekê bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin