Îro merasîma destbikarbûna Letîf Resîd birêve diçe

Îro merasîma destbikarbûna Letîf Resîd birêve diçe

PeyamaKurd – Îro merasîma destbikarbûna Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê li Koşka Selam a li Bexdayê birêve diçe.

Li gor zanyariyan, biryar e îro di saet 11:00an de merasîma destbikarkirian Letîf Reşîd wek Serokomarê nû yê Iraqê li Koşka Selam birêve biçe.

Herwiha hat eşkerekirin, serokên fraksiyonên parlamentoyê û hejmarek rayedarên din ên Iraqê û balyoz û nûnerên welatan, beşdarî merasîma destbikarkirina serokomar dibin.

Hat destnîşankirin ku Berhem Salih beşdarî merasîmê nabe, lê belê Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Mesûm û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî di merasîma destbikarkirina Letîf Reşîd de wê amade bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin