Îsewiyên Kurdistanê Noelê pîroz dikin

Îsewiyên Kurdistanê Noelê pîroz dikin

PeyamaKurd- Li Kurdistanê bi serbestî û azadî rojbûyîna pêxember Hz. Îsa ji aliyê hemû Îsewiyên (Xirîstiyan) Kurdistanê tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên Kurdistanê di dêrên Kurdistanê de tên pîrozkirin. Li Kurdistanê 126 dêr û 60 peretsgehên xelkê Îsewî hene. Hemû rêvebirên ayînî ji halê xwe yê Kurdistanê bi sedema aramî û huzura Kurdistanê razîbûna xwe aşkera dikin. Di serî de Rahibê dêra Şeqlawayê Elîs Yaqûb bo Rûdawê ragihandiye ku li dora 200 malbat di pîrozbahiyê de amadebûne û behsa bajarê biratiyê bo Şeqlawayê kiriye. Yaqûb weha gotiye:

“Li Kurdistanê pêkvejiyana însanên ji ol û etnîsîteyan ji hev cuda dîmeneka xweş nîşanî dinyayê dide.”

Di dinyayê de bûyîna Hz. Îsa ji dayîka xwe weka 25 ê mehê tê qebûlkirin û li seranserê dinayê di nav alema Îsewiyan dê tê pîrozkirin.

Her çendîn piraniya xelkê herêma Kurdistanê misilman be jî, li herêmê Kurdên ola wan Êzîdî, Yaresanî, Zerdeştî hene. Xîrîstiyan li ser axa Kurdistanê dijîn û di ayîn û baweriyên xwe de bi serbestî dijîn. Rêvebiriya hukumeta Kurdistanê her dem piştgiriya rengên Kurdistanê dike û bo pêkvejiyanê bo wan şert û mercan amade dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin