Li Kurdistanê îhtîmala taloqkirina hilbijartinê!

Li Kurdistanê îhtîmala taloqkirina hilbijartinê!

PeyamaKurd- Li Kurdistanê, li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku wê di 30ê Êlûnê de werin kirin, hinek nîqaş têne kirin.

Berdevkê Alîkarê Serokwezîrê Kurdistanê Kubad Talabanî yê bi navê Seîd Ahmed Pîrê got ku hinek li ser me spekulasyonan dikin ku em li dijî hilbijartinê ne. Me taloqkirina hilbijartinê nexwestiye.

Pîrê wiha berdewam kir: “Em ji bo hilbijartinan amade ne. Em ne li dijî hilbijartinê ne, lê belê heke hemî partî li ser taloqkirina hilbijartinê li hev bikin, wî wextî em li dijî taloqkirinê nasekinin.

Di vê navberê de Endamê Konseya Serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hemîn Hawramî jî got ku ew li dijî taloqkirina hilbijartinê ne.

Hawramî wiha got: “Di 30ê Êlûnê de hilbijartinê wê çêbibin. Partiya me dest bi amadekariyên xwe kiriye. Me lîsteya namzetan jî teslîmî komîsyonê kir.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin