PeyamaKurd- Çekdarên IŞÎDê duh li gundê Husêney yê navçeya Gulale ya girêdayî bi ser Diyalayê ve, êrîşî hêzên dewleta Iraqê kirin. Hêzên Iraqê jî bersiv dan û bi qasî 45 deqîqeyan şer dewam kir.
Hat ragihandin ku ji hêzên Iraqê hinek leşker hatin kuştin û birîndarkirin.
Ji xeynî vê IŞÎDê Li Kerkûkê li gundê Newafli jî êrîşî hêzên Haşdî Şebî kir. Di vî şerî de jî fermandarekî Haşdî Şebî hate kuştin û 5 çekdar jî hatin birîndarkirin.
Heta niha di derbarê êrîşan de erkdaran daxuyaniyek nedane.
IŞÎDê berî hilbijartinê, gelê Iraqê tehdîd kiribû û gotibû ku divê ti kes rayên xwe bi kar neîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin