Amarên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê hatin eskerekirin

Amarên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê hatin eskerekirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 21 kesên din bi koronayê ketine.

Li gorî daxuyaniya îro Yekşemê ya Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine ku 8 li Hesekê, 5 li Girê Legê, 4 li Qamişlo, 3 li Dêrikê û kesek jî li Amûdê ye.

Mistefa diyar kir ku li herêmên wan 11 kesên bi nexweşiya Covid-19 jî baş bûne.

Li gorî van amaran heta niha li Rojavayê Kurdistanê 840 kes bi koronayê ketiye, 282 kes baş bûne û 46 kesan jî canê daye.

Li seranserê Sûriyê jî heta niha 3 hezar û 506 kes bi koronayê ketine, 827 kes baş bûne û 152 kesan can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin