PeyamaKurd - Rojnameya Israel Hayomê da xuyakirin ku Amerîka ji bo çareserkirina krîza Tengava Hurmizê berfirehkirina çarçoveya şer nîqaş dike û amadekarî bo şerê bejahî tê kirin.
Rojnameyê daye zanîn, heke şer di vê demê de raweste jî Îran dê wekî berê venegere û Amerîka jî dê berî bidestxistina armancên xwe biryara rawestandina şer nede û amadekarî ji bo qonaxên bê yên berfirehkirina şer tên kirin.
Herwiha hate ragihandin ku di qonaxa bê de wê êrîşên nû yên ser armancên Îranê wekî dezgehên atomî û jêrxaneyê Îranê pêkanîn.
Rojnameya Israel Hayomê eşkere kir ku, îhtîmala êrîşeke bejayî ya Amerîkayê ji bo nav axa Îranê jî zêde bûye.