PeyamaKurd - Li gorî nûçeya rojnameya "Israel Hayom"ê, di navendên siyasî yên Îsraîlê de nîgeraniyeke kûr li hember îhtîmala lihevkirineke sînordar a di navbera Donald Trump û Îranê de peyda bûye.
Berpirsên Îsraîlî hişyarî didin ku peymaneke bi vî rengî dê rê bide Tehranê ku şiyanên xwe yên atomî û moşekên balîstîk biparêze û di heman demê de bi rakirina cezayan re bigihîje çavkaniyên darayî yên mezin.
Li gorî Tel Avîvê, ev "xirabtirîn senaryo" ye; ji ber ku peymaneke bi nîvî ku ne jinavbirina uranyuma dewlemendkirî garantî dike, ne jî sîstemeke çavdêriyê ya xurt ava dike.
Ji aliyê din ve Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew di demeke nêz de li benda bersiva Tehranê ye û di wê baweriyê de ye ku Îran dixwaze li hev bike.
Li gorî agahiyên ajansa Reutersê Washingtonê pêşniyareke nû ya sê qonaxî pêşkêş kiriye ku armanc jê rawestandina şer bi rêya rêkeftineke hevfêmkirinê ye.
Ev plan di qonaxa yekem de bidawîkirina fermî ya şer, di ya duyem de çareserkirina krîza Tengava Hurmizê û di qonaxa dawî de jî vekirina derfeteke 30 rojî ji bo danûstandinên berfirehtir ên li ser dosyeya atomî dihewîne.