PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro danê sibehê li Balefirxaneya Ataturk a Stenbolê dest danîne ser pasporta Hevserokê HDPê Sezai Temelli.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Temelli li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku polîsan dest daniyê ser pasaporta wî û ew nikare derkeve derveyî Tirkiyê.
Temelli dema dixwest ji Stenbolê biçe Brukselê dest danîn ser pasaporta wî. Polîsan ji Temelli re gotiye ku pasaporta wî hatiye betalkirin û dest danîne ser, lê derbarê sedema betalkirinê de tu daxuyanî nehat dayîn.
Ji aliyê din ve navenda HDPê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: "Reftarên neqanûnî yên kampanyaya hilbijartinê dest pê kirin. Dest danîn ser paseporta Hevserokê me Sezaî Temellî û derketina wî ya bo derveyî Tirkiyê hat astengkirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin