PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, piştgiriya da gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku doh 12ê Kanûnê gotibû, ‘operasyona serbazî ya ser Rojhilatê Firatê heta çend rojan dest pê dike’.
Kemal Kiliçdaroğlu îro Pêncşemê ji bo xebatên namzediya hilbijartinên şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê, bi Şaredarê navçeya Beylikduzu Ekrem Îmamoglu re civiya.
Kiliçdaroglu piştî hevdîtinê li ser pirsa rojnamevnan derbarê daxuyaniyên Erdogan ên operasyonê de wiha axivî:
“Tirkiye neçar e li Rojhilata Navîn ewlekariya xwe dabîn bike. Li hember pêkhateyên terorîstî yên li wê deverê divê Tirkiye polîtîkayeke baldarî bişopîne. Heger ji bo berjewendiyên Tirkiyê pêwîstî pê hebe, mafê pêkanîna operasyonê heye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin