PeyamaKurd - Navenda Lêkolînên Şer (ISW) li Washingtonê ragihand ku DAIŞ hewl dide xwe jinûve li Sûriye û Iraqê vejîne.
ISWê di rapora xwe de diyar kir, hewldana DAIŞê ji vê yekê tê ku êrîşên xwe li Mûsil, Felûce û Reqayê zêde kirine.
ISW balê dikişîne ser serkeftina HSDê ya li dijî veguhestina bi deh-hezaran koçber û malbatên DAIŞê ji Kampan hişyar dike, “Ne dûr e DAIŞ êrîşan li dijî kampan pêk bîne û bikaribe xwe jinûve vejîne.”
Li gor raporê li Iraqê herêmên metirsiya DAIŞê li ser heye ev in:
Li nêzî Bexdayê bi taybet li çargoşeya Başûrê Rojava yê derdora paytextê. DAIŞ bi vê yekê dixwaze xeta xwe ji Bexdayê bighîne parêzgeha Enbar û Başûrê Bexdayê. Bakurê Babilê. Tê texmînkirin ku DAIŞ ji vir jî êrîşan li ser Baxdayê rêxistin bike.
Her wiha ISWê hişyarî da ku, DAIŞ tora xwe li hundirê herêmên başûrê Kurdistanê jî berfireh dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin