PeyamaKurd - Li Tirkiyeyê ji bo 6 rojnamegeran heta 18 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Serdozgeriya Komariya Stenbolê li dijî rojnamegerên ku nûçeya kuştina berpirsekî MÎTa Tirkiyê li Lîbyayê kiribûn nûçe, dozname amade kir.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 6 rojnamegeran bi binpêkirina yasaya MÎTê tohmetbar dike û ji bo wan her yek ji 7 salan heta 18 salan cezaya girtîgehê dixwaze.
Hêjayî gotinê ye ku, di meha Sibatê de li Lîbyayê karmendekî MÎTê hatibû kuştin lê navê wî nehatiye aşkerekirin û li Tirkiyê hatibû veşartin. Hejmarek rojnamevan û dezgehên medyayê nûçeya vê bûyerê belav kiribûn û piştre jî 6 rojnamevan hatibûn girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin