Rûsya êrîs kir û 26 kes mirin

Rûsya êrîs kir û 26 kes mirin

PeyamaKurd- Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya muxalifan; balafirên Rûsyayê li Idlibê ji sibê de êrîşan dike û di encamê de 26 kes mirine. Balafirên Rûsyayê ji sibêhê de li Idlibê li gundên Bara, Bisîda û Masaran, li rojavayê Helebê jî li  gundên Kefer Dael, Mansûra, Kefer Teal, Îrhab, Takad, Şamiko, Îndomî, Cîdraya, Kefer Naha, Termanîn û Kefer Nûranê bombebaran kirin.

Li gundê Barayê 2 heb, li Kefer Tealê 9 kes,li Taqadê yek,li Kefer Nahayê 2 kes, li Îrhabê 1 kes, li Kefer Nûranê 8 kes jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin