Jeffrey: “Esed pêvajoya Cenewreyê asteng dike”

Jeffrey: “Esed pêvajoya Cenewreyê asteng dike”

PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffery, li otelekî Îswîçreyê bi temsîlkarê taybet yê Sûriyê Geir O. Pedersen, bi Misir, Fransa, Almanya, Urdin, Erebistana Si’ûdî, Îngîltere û dîplomatên Amerîkayê yên di asta bilind de, civîneka şêwrê çêkir.

Piştî civîna ku Neteweyên Hevgirtî wê bi “grûba biçûk” bi nav dike, Pedersen beyan neda lê James Jeffrey civîna çapemeniyê lidar xist. James Jeffrey, di mijara Tirkiyê de weha got:

“ Ûnsûrên muxalif yên ku Tirkiyê destekê dide wan, li ser rêya M4 M10 de, di kamerayan de tê dîtin ku tevgerên wan me gelek dixin endîşeyê.”

James Jeffrey, di civînê de behsa civînên komîta destura Sûriyê kir û got ku Beşer Esed pêvajoya Cenevreyê asteng dike û weha got:

“Em dibînin heya ji destê wan tê dixwazin pêvajoyê asteng bikin û am gavên wan dişopînin.

Di mijara gazinên hukumeta Tirkiyê de Jeffery got ku Tirkiye gelek caran gazinan kiriye ku YPG bi top û roketan li wan daye, di ser 20 kesan de kes mirine û sîvîl birîndar bûne. Divê mirov vê jî bibîne. Ji ber ji her dû aliyan êrîşên ser jîngehên sîvîl yên bi zanîn bo me çavkaniya endîşeyan e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin