PeyamaKurd - 86 rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û torên çalakvanan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo rawestandina îdaman bangeke hevbeş a ‘çalakiya cîhanî’ kirin. Saziyan daxwaz kir ku ji bo rawestandina darvekirinan û berdana girtiyên siyasî, li her derê cîhanê dengê protestoyê bê bilindkirin.
Ev banga seferberiyê ku ji raya giştî ya navneteweyî re hatiye şandin, wekî bersiveke xurt li dijî zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan û siyaseta çewisandinê ya desthilatdariya Îranê hate nirxandin.
Di çarçoveya vê seferberiya navneteweyî de hat ragihandin ku dê di navbera 11 û 26ê Nîsana 2026an de li çar aliyên cîhanê xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û performansên kolanan werin lidarxistin. Herwiha çalakvan plan dikin ku bi nûnerên parlamentoyan re hevdîtinan pêk bînin da ku dengê gelê Îranê bigihîje navendên biryardanê yên cîhanî. Rêxistinên mîna Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û saziyên siyasî yên wekî PJAK û PDK-Î destnîşan dikin ku ev serdem ji bo hevgirtina bi gelê Îranê re demeke gelekî krîtîk e.
Tevgera cîhanî sê daxwazên sereke danîn pêşiya civaka navneteweyî:
Rawestandina yekser a hemû darvekirinan, rakirina temamî ya cezayê îdamê û berdana bêşert û merc a hemû girtiyên siyasî.
Ji bilî van daxwazan, dabînkirina înterneta bêsînor û bêasteng ji bo welatiyên Îranî jî wekî daxwazeke lezgîn di rojevê de ye.
Saziyan bang li hemû hêzên demokratîk, sendîka û parêzvanên mafên mirovan kirin ku bi beşdariya medyayê û bi çalakiyên sivîl bibin dengê gelê ku li hemberî zextên rejîmê têdikoşe.