PeyamaKurd - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK/PKKê Cemîl Bayik, li ser mijarên ji medya nêzîkî PKKê re nirxandin kirin.
Bayik bal kişand ser ku ti eleqeya hevdîtinên parezêran ên bi Abdullah Ocalan re bi hilbijartinên dubare yên Stenbolê ve nîne û ji bo hilbijartinên 23yê Hezîranê yên şaredariya Stenbolê piştgirî da stratejiya HDPê û wiha got:
“Kî demokratikbuyînê pêş dixe, kî dixwaze pirsgirêka kurd çareser bibe, kî dixwaze li hember faşîzmê bisekine, kî dixwaze deshilatdariya AKP-MHPê bi dawî bibe, di van hilbijartinan de jî ew ê esas bê girtin.”
Cemîl Bayik li ser hevdîtinên Îmraliyê û îdiayên lihevkirina bi AKPê re wiha axivî:
“Ev hevdîtin tu aleqeya xwe bi hilbijartinan re nîne. Weke ku hinek dibêjin ji bo hilbijartinên Stenbolê ev hevdîtin çêbûne. Weke ku hinek pêngav hatine avêtin ev tiştekî ne rast e. Tu aleqeya xwe pê nîne. Tirkiye hiquq binpê dikir. Ji bo wê ev çalakiyekî rewa bû. Ji bo hiqûq pêk were.”
PIŞTÎ PEYAMA OCALAN TRAFÎK XURT BÛ
Bayik bal kişand ser bazarên Rûsya û Tirkiyê yên li ser Sûriyê û Kurdan û li ser peyamên Abdullah Ocalan bo Kurdên Sûriyê ev nirxandin kir:
“Di navbera Rûsiya û Tirkiyeyê de hinek bazar çêdibin, bazarên qirêj çêdibin, mesela Efrîn mirov bigire dest meselê Îdlib, Til Rifet ta Heleb û heta derdor ta rojhilatê Sûriye bazarê dikin. Bazarên pir qirêj in. Divê Rûsya dest ji van qirêjiyan berde, îrada gelan qebûl bike ew sîstema li Bakurê û Rojhilatê Sûriye hatiye pêşxistin jî qebûl bike û hûrmetê wê bigire… Di ragihandinê de agahî hatin parvekirin ku tê gotin hevdîtin li Tehranê pêk hatine. Ew jî girêdayî ev xalên (7e xalên Ocalan eşkere kiribûn) ku Rêber Apo daye diyarkirin li ser wê ev trafîka xurt çêdibe, divê mirov vê jî bibîne yanî Rêber Apo careke din pirsgirêkên Sûriye em dixwazin bi rêya muzakereyên demokratîk çareser bikin. Yanî di nav yekîtiya Sûriye de pirsgirêk çareser dibin, bi demokratîk bûna Sûriye ev çareser dibe. Divê hemû gelê li Sûriye kurd di nav de îradê wan hebe nasnamê wan nirxê wan hebe li ser nirxê wan azadiya wan, îrada wan pirsgirêk bi şeklê demokratîk bê çareser kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin