PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê li navça Pulumurê do ber destê êvarê ji ber barîna barana zêde ji ber heyelanê rêyên 2 gundan hatin girtin.
Heyelan û lehiya ku rabû ji çiyayê Bağirdaxê heya çemê Qarasûyê çû. Li deverê çûn û hatin bi temamî rawestiya. Li ser agahdarkirina tîmên rêvebiriya taybet yên navça Pulumurê, tîm çûn ciyê bûyerê û karibûn heya êvarê rê vekin.
Lê hêjî dibe ku baran bibe sedema heyelan û lehiyê û rê bên girtin. Rayedar hişyariyê dan xelkê da di wan rêyan de bi hezir herin û werin.