Ji ber rojnameya Kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin

Ji ber rojnameya Kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin

PeyamaKurd - Ji ber rojnameya Azadiya Welat û hin kovarên kurdî, bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ derbarê rêvebirên KURDÎ-DERê de îdianame hat amadekirin. 

KURDÎ-DER, di sala 2016an de bi Biryarnameya di hukmê qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Piştî hatibû girtin polîsan avêtibû ser şaxa Edeneyê û dest danîbûn ser gelek materyalan. Di dema avêtina ser komeleyê de hin hejmarên rojnameya Azadiya Welat û hin kovarên Kurdî jî hatibûn bidestxistin.

'Serdozgeriya Komarî ji bo rojname û kovarên Kurdî lêpirsîn dabû destpêkirin'

Serdozgeriya Komarî ya Edenê ji bo hin hejmarên Azadiya Welat û kovarên Kurdî lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya serokê komeleyê Giyasettîn Gumuş û rêvebirên komeleyê Abdulkerîm Aslan, Fatma Dogan, Îsa Bulut û Mehmet Reşît Gultekîn hatibû girtin. Paşê dozgeriyê bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 11emîn a Edenê jî îdianame qebûl kir. Wê danişîna ewil di 26ê Kanûna 2019an de pêk bê. 

'Rojname û kovarên Kurdî sûc hesibandin' 

Di îdianameyê de hin hejmarên hejmarên Azadiya Welat, 4 hejmarên rojnameya Rojeva Medya, hin hejmarên Kovara Zendê, Rewşen, Mizgîn, Hêviya Jinê û Salnameya Kurdî cih girtin û sûc hatin hesibandin. 

Dozgeriyê, îdia kir ku komeleyê bi van rojname û kovaran propagandaya rêxistinê kiriye û xwest endamên komeleyê bên sizadan. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin