PeyamaKurd - Hate ragihandin ku welatiyê bi navê Mihemed Îsmaîl Qadir ê ji Kobaniyê, di navbera herêmên Menacîr û Serêkaniyê de hatiye revandin û ji bo berdana wî 600 hezar dolar fîdye tê xwestin.
Li gorî çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, kesê bi navê Mihemed Îsamîl Qadir ê ji gundewarê Kobaniyê li devera di navbera Menacîr û Serêkaniyê de hat revandin. Sedemên revandina wî hîn nehatine zanîn, lê kesên ew revandine doza 600 hezar dolarî dikin da ku wî berdin.
Li gorî agahiyên ku malbata wî dane, kesên ku Mihemed revandine bi telefonê bi bavê wî re axivîne û ji bo berdana wî 600 hezar dolar xwestine, herwiha 24 saet wekî dem dane malbatê da ku pereyan bidin.
Çavkaniyan dane zanîn ku malbat nikare van pereyan peyda bike û bang li aliyên têkildar dike ku bi lez destwerdanê bikin da ku Mihemed were berdan.