Ji bo mezelê Seîdê Kurdî bê dîtin serî li MÎTê û artêsê dan

Ji bo mezelê Seîdê Kurdî bê dîtin serî li MÎTê û artêsê dan

PeyamaKurd – Baroya Rihayê ji bo dîtina mezelê Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî (Kurdî) ku hîn jî cihê wî nayê zanîn, piştî serlêdanên Serdozgeriyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hewldaneke nû da destpêkirin.

Baroya Rihayê serî li Parêzgariya Rihayê da û daxwaz kir, agahiyên derheqê Seîdê Kurdî de di nav arşîvên Serokatiya Seferberiya Sererkaniyê ya Enqerê û Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) de derxin holê.

Li gor nûçeya Risale Haberê di salvegera 57an a parçekirina termê Seîdê Kurdî de ku li Mizgefta Dergahê ya Rihayê bû, 12ê Tîrmeha 2017an Baroya Rihayê ragihandiye ku dê serlêdanên pêwîst ji bo dîtina mezelê Seîdê Kurdî bên kirin.

Di daxuyaniya baroyê de tê gotin ku serdozgeriya Rihayê biryara neşopandina dozê derxistiye û herwiha Dadgeha Mafên Mirovan jî serlêdana wan ji usulê ve red kiriye.

Li ser vê jî Baroya Rihayê ji bo dîtina mezelê Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî 9ê Nîsana 2019an ji Parêzgeriya Rihayê daxwaz kir belgeyên derbarê wî de lêkolîn bike û bide wan.

Baroyê di serlêdana xwe de diyar kir, heke derbarê termê Seîdê Nûrsî de belge ji parêzgariyê dernekevin jî bila Parêzgarî daxwazê ji Serokatiya Seferberiya Sererkaniyê ya Enqerê û Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) bike da ku arşîvan bikolin û agahiyan derxin holê.

Baroya Rihayê ragihand ku ew dê doza dîtina termê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî bişopînin.          

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin