PeyamaKurd - Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera, piştî hevdîtina li Şamê ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser medya civakî parvekirineke bi Kurdî kir û behsa hevdîtinê kir.
Ehmed Şera di parvekirina xwe de got, "Îro, min li Şamê pêşwazî li birayê xwe yê hêja, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê birêz Nêçîrvan Barzanî kir." û wiha pê de çû:
"Di hevdîtinê de me behsa peywendiyên dualî û rêyên xurtkirina hevkariyê kir, bi awayekî ku xizmeta aramiyê û berjewendiyên her du gelên me bike. Em wan xwedîlêderketin û mêvandariya ku Herêma Kurdistanê di salên borî de ji bo gelê me pêşkêş kiriye, bilind dinirxînin û em li hêviya berdewamiya xebata hevbeş in, bi giyanekî hevkarî û biratiyê ku cîrantiya baş xurt bike."
Îro, min li Şamê pêşwazî li birayê xwe yê hêja, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê birêz Nêçîrvan Barzanî kir @IKRPresident . Di hevdîtinê de me behsa peywendiyên dualî û rêyên xurtkirina hevkariyê kir, bi awayekî ku xizmeta aramiyê û berjewendiyên her du gelên me bike.
— أحمد الشرع (@AH_AlSharaa) August 3, 2026
Em wan… pic.twitter.com/OmJNCxHnBI