Ji bo saredariyeke din a HDPyî qeyûm hat wezîfedarkirin

Ji bo saredariyeke din a HDPyî qeyûm hat wezîfedarkirin

PeyamaKurd - Qeymaqamê navçeya Qereyaziya Erziromê Mesut Tabakçioglu wek qeyûm li şûna şaredarê wê navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat danîn.

Derbarê mijarê de walîtiya Erziromê ragihand ku ji ber lêpirsîn û cezayê ji Melike Goksu re hat birîn, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi awayekî demkî ew ji kar dûrxistiye û li şûna wê qeymiqamê navçeyê hatiye peywirdarkirin.

Hevseroka Şaredariya Gogsî(Qereyazi) Melîke Goksu demek beriya niha bi tohemta piştgiriya rêxistina terorê, di derheqê wê de doz hatibû vekirin û dadgehê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîbû. Piştre biryara dadgehê ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû erêkirin.

Ew yek di demekê de ye, ku roja Duşema 16ê Îlonê Hevserokên Şaredariya Pasûra Amedê Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay li gel 4 kesên din hatibûn girtin û duh jî bi biryarekê qeyûm li ser şaredariya Pasûrê hate danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin