PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di çarçoveya peymana 29ê Çileyê ya entegrasyonê di navbera Şam û HSDê de ji bo vekirina deriyê sînorî yê Qamişlo-Nisêbînê amadekarî hatine zêdekirin.
Li gorî çavkaniyên medyaya Rojavayê Kurdistanê, sîstemên kamerayan û ewlehiyê di deriyê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de hatine sazkirin û îhtimal e ku hefteya bê jî derî bi fermî were vekirin.
Hêjayî gotinê ye, derîyê Nisêbîn-Qamişloyê ji sala 2011an ve ango bi destpêkirina şer û aloziyên Sûriyê hatibû girtin û heta niha jî bi rêkûpêkî ew derî ji bo çûnûhatinê û bazirganiyê nehatiye vekirin.