PeyamaKurd – Bi merasimekî ku li Londrayê hat kirin, ji bo pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îngîltere xwurt bikin, dezga “Kurdistan Society” hat avakirin.
Merasim, di 28 Nîsan 2026an de roja Sêşemê ber destê êvarê hat kirin. Berpirsê hukumeta Herêma Kurdistanê yê ofîsa karên derve Sefîn Dizeyî, nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê yê Îngîltere Karwan Cemal Tahir, gelek diplomat, akademisyen, veberhêner û ji civaka Kurd kes tevlî merasimê bûn.
Rêvebira “Kurdistan Society” Laura Robert, di axaftina xwe de behsa hedefên dezgeyê kir û got:
“Kurdistan Society, hewlekiye ku navenda wê Londraye û dixebite da di navbera Îngîltere û Herêma Kurdistanê de têkiliyên stratejik û dîrokî xwurt bike.”
Laura Robert got ku dezgê ji bo koordinasyon û diyaloga navbera civakê bike, wekî platformekiye, sehayên bazirganî, akademik û çandê dike yek û armanca wê ‘Ji bo kûrkirina têgihiştina rola Herêma Kurdistanê ya di Rojhilata Navîn de û di asata navdewletî de kûrtir bike’ ye.
Ji bo girîngiya rola avakirina dezgeyê, nûnerê karên derve yê Hukumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di axaftina xwe de behsa girîngiya dezgeyê kir û got:
“Ev dezge platformekî zindiye ku di navbera Kurdistanê û Îngîltere de pêwendiyên çandî, aborî û akademîk ji bo pêş bixe ye.”
Di merasimê de nûnerê Herêma Kurdistanê yê Îngîltere Karwan Cemal Tahir axifî û got ku ev ne destpêke lê ji bo xwurtkirina pira dîrokî ya navbera her dû terefaye. Tahir got:
“Stratejiya nûnertiyê ji bo pêşxistina têkiliyên stratejik yên di seha bazirganî, çand, perwerde û ewlehiyê ye û li ser 4 stûnaye. Têkiliyên me li ser qiymetên hevpar ava bûne. Hewlên me yên hevpar yên ji bo ewlehiya herêmê heya bernameyên me yên di guherîna seha perwerdê de, dewleta Brîtanya di rêwîtiya me ya ji bo aramiyê û refahê de dostekî me yê sadiq bû ye.”
“Kurdistan Society”, dezgeyekî ku wezîfa pirê di navbera Kurdistanê û Brîtanyayê de dibîne, hewldanekî serbixweye û xebatên xwe serbixwe dimeşîne. Dezge di sehayên cuda de, teşwîqa hevkariyê dike û kiriye armanc ku têgehekî kûr di meseleyên Kurdistanê de pêş bixe.