Ji Dezgeha Barzanî li Festîvala Duhokê hişyariya bo madeyên hişbir

Ji Dezgeha Barzanî li Festîvala Duhokê hişyariya bo madeyên hişbir

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) di çarçoveya kampa xwe ya li dijî madeyên hişbir de, beşdarî 4emîn Festîvala Berhemên Herêmî ya Berwarî Bala bû.

Festîvala ku sê rojan ajot, di navbera 8-10ê Cotmeha 2026an de li devera Kanî Masê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve hate lidarxistin.

Ev festîval her sal ji bo geşedana kerta çandinî û geştyariyê, danasîna berhemên herêmî û afirandina derfetên bazarê ji bo cotkar û hilberînerên herêmî tê organîzekirin.

Sêv û hingivên Berwarî Bala di nava van berhemên herî berçav ên festîvalê de cih girtin.

BCFê ji bo bilindkirina hişyariya civakî û pêşxistina çanda redkirina bikaranîna madeyên hişbir di nava ciwanan de, li festîvalê cî girt.

Bi vê hewldanê, BCF armanc dike ku hem piştgiriyê bide aboriya gundiyan û hem jî civakê ji xetereyên madeyên hişbir biparêze.